|
Ji bo Webuna Malpéra Dersimpost.com |
|
|
|
|
Administrator tarafından yazıldı.
|
|
Pazar, 08 Kasım 2009 21:42 |
|
Dersim hereme kî taybete û deri yé sîmé Kurdistan’é ye. Gelé Dersim’é Kurd e û bawerî yé xwe jî Elewîtî ye. Dersim bi dergehan ra, bi serdana pîroz ra û bi cîhé pîroz ra şunde kî taybete. Dersim li her serdemé dijî dujminé xwe serbixa sekinî ya ye. Dersimîyan heta komkujî yé 1937-38 an çanda xwe, erde xwe, zimané xwe û bawerî ya xwe parastin kiriye. Paşé komkujî yé gelé Dersim’é koçber bu ye, yekitî yé xwe winda bu ye û bawerî yé xwe û zimané xwe gelek helî ya ye.
Tekoşîna Azadî ya Kurd sala 1990 an li Dersim’é xwe réxistin kiriye. Ji boy wé sedemé dewleta Tirk despéké 1994 an li Dersim’é nezikî 250 gund û kom vala kiriye û herema Dersim’é bé însan kiriye. Gelé Dersim’é li ser junî yé ne runîşti ye. Ji boy wé yéké dewleta Tirk proje ya 10 bendavan anî ye rojevé. Armanca dewleté ji bona wan bendavan herema Dersim’é li dîrokatî yé tine bike û bé însan bike. Her wiha dewleta Tirk li Dersim’é xebaté kî qiréj di meşinî û yékitî yé gel gelek xirab kiriye. Ji berkû dewlet li Dersim’é Zazatî yé, Dersimatî yé, Elewîtî yé û şoresgeri yé di lîzî û di meşinî. Bi taybetî jî hézén cepé Tirk herema Dersim’é gelek hilweşandî ye û gelek zîyan da ye. İwro li ser çanda Dersim’é, li ser zimané Dersim’é û li ser herema Dersim’é gelek malper û weşan heye. Mixabin, piranî yén wan weşanan û malpéran xizmeta dujmin dikin. Ango wekî sixur û rantxwerin. Armanca malpéra dersimpost.com ji ewe kû, daxwaza gelé Dersim’é bila bé rojewé û li ser wé mijaré her kes ramané xwe bînî ziman. Xeta dersimpost.com xeta azadî yé ye û xeta demokrasî yé ye. Li Tirkîyé û li Kurdistan’é û bi taybetî jî li Dersim’é polîtîk, aborî û geşedané ciwakî tén nirxandiné. Her wiha geşedané li gundi ki Hılman’é û derdoré wi tén qewimîn jî, tén nirxandiné. Nuçe, şirowe û nirxandiné polîtîk tén niqqaş kiriné. Li niha gelek serkeftin û ber dewamî ji bona malpéra dersimpost.com Bi nava dersimpost.com Sedat Gezgin 08.11.2009 |