Anasayfa
Linçkirina Kurdan û Ceribandina Qirkiriné...Rohat HILMA PDF Yazdır e-Posta
ROHAT HILMAN tarafından yazıldı.   
Salı, 27 Temmuz 2010 20:48

Bi taybetî jî li nawçan û li bajaran cîhé ku Kurd pir ninin, ewlékariya jîyana Kurdan nine.  Çi tiştén Kurdan heye tén xirabkiriné û şewitandiné. Kewiran di awéjin malén Kurdan  û  hemu zarok, jin, kal di nawa tirsék mezin dane


Çend roje li nawçeya İnegol’a Bursa’yé, Hatay’é û li nawçeya Dortyol’é buyerén linçkiriné ya mezin hember Kurdan pék hat. Ew linçkirina Kurdan yé yekemîn, duyemîn nine. Bi çend sal e komén faşîst û nijadperest hember Kurdan pevçunan derxinin û piştre buyerén lînçkiriné pék tînin.

     Nawenda Giştî ya BDP’é bi daxuyanekî  nivîskî diyar kir ku, érîsén lîncé yén li İnegol’a Bursa’yé pék hatine, pevçunekî  ji rézé ya esnafane. Rûdana buyeré ya piştî mitinga MHP’é ya Bursa’yé watedane.

     Buyer despéké di navbera ajotwanén minîbusan de derketine û piştî ku eşkere buye alîyek Kurde, weguharîna şerekî etnikî hatîye xwestin ku ew bibe bingeha lînçeke berfireh ya dijî Kurdan. Li despéka pevçuné pénç Tirk birîndar bune û sé Kurd girtiné bincavkiriné.

     Ew tiştekî tesaduf nine ku buyer piştî méşa MHP’é pék hatîye. Piştî méşa MHP’é li nawçé propagandayé faşist û nijadperest hatîye kiriné. Ji ber wé awayîyé qasî 3.000 kesî li ber qereqolé kom bune. Ji berkû sé Kurd hatine bincavkiriné û komén faşîst dixazin ku wan sé Kurdan teslîm bistînin û lînçbikin.

     Komén faşîst li nawçé teror meşandîne, cîhén kar yén Kurdan û wesayîtén wan dane ber agir. Hewildanén lîncé heta seré sibé domîya ye û komén faşîst piştre érîsé wesayîtén polésan kirine û gelek wesayîtén qereqolé û yén dewleté şewitandine.

     İwroj û duh li bajara  Hatay’é û li nawçeya Dortyol’é gelek buyerén xirab hatîye pék anîné. Li nawçeye Dortyol’é duh çar Polés hatine kuştiné . Ji boy wé yéké komén faşist û  nijadperest li nawçé érîsén Kurdan kirine.

     Kurdan li hember érîsén faşîstan xwe bi çek kirin û barîkat danîn. Ji duhwe pevçun li bajar didome. Li heremekî bi érîsé Kurdan kirin û 2 kes birîndar bune.

     Li bajara Hatay’é gora agahîyan, di nawbera Kurdan û faşîstan de pevçun didome û du kes birîndar bune. Duh Koma faşîstan di şewé de agir berdan avahîya BDP’é û gelek kargehén Kurdan hatin şewitandiné.

     Lé mixabin li bajara Hatay’é û li nawçeya Dortyol’é di despéké de nawbera gelé Kurd û gelé Tirk pevçunek nine. Tirkén faşîst û nijadperest paşé çalakîya Dortyol’é ku çar polés hatin kuştin, érîsé Kurdan kirin.

     Wezîré Karén Hundir Beşîr Atalay di axaftina xwe de got, hewildana lîncé ya li nawçeya İnegol’a Bursa’yé ya li dijî Kurdan wekî “ Jiber referandum sernekeve provakasyoné” binavkir.

     Beşîr Atalay da zanin ku piştî buyeré hewildana lincé wan xebatek zéde daye despékérin û her wiha domand. “ Emé desturé nedin provakasyonén bi awayî. Niha pévajo kesén bin cavkirî yén tewli buyeran buyîn, té şopandiné.”

     Wezîré Karén Hundir Beşîr Atalay hewildana lîncé ya dijî Kurdan wekî provakasyona berîya hilbijartina referandumé binavkir û berdewam kir. “Di derbaré wé buyeré de me mifetîş şand û me heya referandumé îznén walî, qeymkam û réweberén emnîyeté rakirin. Emé aramîyek wisa çébikin ku, hemwelatî bitirsin û bikevin fikaran û biçin ser sendoqan.”

     Lé mixabin Wezîré Karén Hundir Beşîr Atalay rast na béje. Ew lîncén ku dijî Kurdan tén pék anîn, nuh nine û hemberé referandumé nine. Lînckirina Kurdan bi salane dominî û her roj xeterekî mezin dibe. Ji bona her tiştekî dewleta Tirk ewlîkarîyé nastinî û komén  nijadperest û faşîst ji boy wé yéké ji dewleté cesareté sitînin.

     Buyera lînçkirina Kurdan wekî buyerén 6-7 Rezan 1955’an li Stenbol’é faşîstan li hemberî Ruman û Cihuyan pék anîye. Bi rastî jî ew çanda lîncé ne girédayîyé wé rojé tené ye. Berpirsîyarén wan buyeran di serî de deshilatdarî û hemu partîyén sîyasîyén Tirk in.

     Seroké MHP’é faşîst û nijadperest Devlet Bahçeli pevçuné dixaze û hertim provakasyonén şer kûr dike. Wisa partî ya BBP’é û komén faşîst hertim pevçunan derxinîn û érîsé Kurdan dikin. Ew xeterekî mezine.

     Seroké AKP’é, BBP’é û MHP’é li qadan Kurdan dikin hedef, ji boy wé yéké hewildanén lînçkirina Kurdan zéde dibin. Mal û cîhén kar yén Kurdan tén şewitandiné, wesayîtén Kurdan tén xirabkiriné û di buyeran de çek tén kar anîné.

     Komén faşist û nijadperest sloganén dijmatîyé di awéjin. Minak, “Şehîd namirin, welat naye perçekiriné”, “ Ewder İnegol’é, jiwir xilasbun nine.” û “ Bimre PKK”. Ji boy wé awayîyé gelé Tirk dijî gelé Kurd piştgirîya érîskaran sitinî.

     Bi taybetî jî li nawçan û li bajaran cîhé ku Kurd pir ninin, ewlékariya jîyana Kurdan nine.  Çi tiştén Kurdan heye tén xirabkiriné û şewitandiné. Kewiran di awéjin malén Kurdan  û  hemu zarok, jin, kal di nawa tirsék mezin dane.

     Ji ber wé yéké gelé Kurd carekî din mal û milké xwe terikînî û koçber dibe.

     Walîyé Bursa’yé di derbara buyeré de dibéje ku ew mijarekî girtin û dayîné ye. Lé ji boy her tiştan, kesén ku érîs dikin wekî welatparéz té nîşandan. Ew jî xeterekî mezine û dijî Kurdan banga érîsé nuh in. Dewleta Tirk hertim wan lîncana provake  dike û érîskar tén parastiné.

     Piştî hewildanén lîncé ya bi şew li İnegol’é li hember Kurdan pék hatî û buyerén rû dayî, partîya BDP’é biryarek girt û heyetek bişîne  nawçeya İnegol’é. Partîya BDP jî boy buyeran lékolîn bike, di nava partîyé de komusyonekî  pék bîne  û bişîne İnegol’é.

     Li hemberî wan buyeran, li hemberî wan lînckirinan gelé Kurd karî çi bike ?

Her roj li derekî dijî Kurdan érîsek, lîncek û çalakîyek té  pék anîn. Minak: Duh réweberén BDP’é çun bajaré Erzurum’é. Lé mixabin avayiya BDP’é hat şewitandiné û komén faşist érîsé réweberén BDP’é kirin û dan ber kewiran. Di ber çavén polésan û eskeran de Kurd tén linckiriné û tén léxistiné. Mal û milké Kurdan tén şewitandiné, tén xirabkiriné û piştre tén talan kiriné.

     Li Kurdistan’é  û  li bajarén Tirkîyé  hemu gelé Kurd péwîste ku xwe biparézinî û xwe parastin bike. Xortén Kurdistan’é pewîste ku gelé Kurd parastin bike û xişyar bibe. Dema ku gelé Kurd xwe neparézinî û parastin nake, bi dawî de em jî wekî Ermeniyen, Ruman, Suryaniyan tén qirkiriné û tunebuna me nézike.   

Silaw û réz.   27.07.2010

 

Yazi Boyutu Duzenle

haagseWebdesign